MINBIC – Di bin diruşmeya “Bi agirê Newrozê faşîzmê bişewitînin” de û di çarçoveya rêzeçalakîyên ji bo Newrozê de, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li gundewarên Minbicê ji bo pîrozkirina cejna Newrozê şahiyekî hat lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger duh êvarê li qada giştî ya bajarê Minbicê şahiyek bi beşdariya dehan ciwan û gel li dar xist. Hemû beşdaran hatin pêşwazî kirin û piştre agir hate pêxistin û derdora wê dîlanên gelêrî hatin girtin.