AMÛDÊ – Bi boneya nêzbûna cejna gelên Arî Newrozê, Tevgera Ciwanên Şoreşger li Amûdê çalakiyekî li darxist.
Ji bo pêşwazîkirina Newrozê, bi dehan ciwan û jinên ciwan beşdarî meşekî erebe bûn ji bo bal kişandina gel. Alên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan. Piştî wê jî, agir hat vêxistin û derdorê wê dîlan hat girtin.