ÊLIH – Agirê Newrozê ku bi deh hezaran kes li Êlihê beşdar bûn, li Nobeda Edaletê ji aliyê dayikan ve hat pêxistin.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Elihê bi beşdariya bi deh hezaran kesî didome. Agirê Newrozê bi axaftina Hevserokê Giştî yê DEM’ê Tuncer Bakirhan hat pêxistin. Dayikên ku Nobeda Edaletê li dar xistin, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dowîzên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” derketin ser dikê û bi deh hezaran kes silav kirin.
AGIRÊ NEWROZÊ HAT PÊXISTIN
Piştî axaftinan Bakirhan û dayikan agirê Newrozê pêxistin. Beşek ji ciwanan bi kincên xwe agirê Newrozê geş kirin.
Pîrozbahî bi stranên hunermend Suavî berdewam kir.
Di çarçoveya ciwanan de dirûşmeyên ji bo Rêber APO û silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.