ŞENGAL- Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ji bo pêşwazîkirina cejna Newrozê çalakiyekî li darxist. Destpêkê li pêşî dewara Şehîd Zerdeşt ciwan û jinên ciwan ji hemû gund û navçeyan bi meşeleya xwe kom bûn. Saet 18:00 meşa meşeleyî bi coş û germahiyêk mezin destpê kir û heya saat 19:00 meş dewam kir û li pêşî Meclîsa Gel dawî bû.
Ciwan û jinên ciwanên Êzîdxanê li pêşî Meclîsa Gel ji bo daxuyanî û pîrozbahiya Newrozê kom bûn. Cara yekem bi pêşengtiya ciwan û jinên ciwanên êzîdxanê agirê newrozê bi coş û germahiyêk mezin hate pêxistin.
Sara Botan, berdevkê Yekîtiya Ciwanên Êzîdanxanê li ser wate û girîngiya Newrozê axivî. Her wiha, Komîteya Çand û Huner a Ciwanên Êzîdîxanê ji bo Newrozê stranekî nû amade kiribûn ku di vê pîrozbahiyê de cara yekem hate gotin. Piştre jî bi dirûşme û govend ve pîrozbahî bi dawî bû.