TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan îro danê êvarê li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Tebqayê agirê Newrozê pêxistin û şahiyekî li darxistin. Ev şahî di çarçoveya çalakiyên ji bo pêşwazîkirina Cejna Newrozê de bi dirûşma “Bi agirê Newrozê faşîzmê bişewitînin” hat organîzekirin.
Bi dehan ciwan, jinên ciwan û şênîyên herêmê kom bûn. Wateya Newrozê hate şîrovekirin û piştre agir hat pêxistin û dîlanên gelêrî hatin girtin. Alên Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan. Endamên Komîteyên Ciwanan a Hêzên Parastina Cewherî (HPC – Ciwan) parastina şahiyê kirin.