REQA – Bi diruşmeya “Bi agirê Newrozê faşîzmê bişewitîne” Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD’ê) li taxa Kurdan a bajarê Reqayê çalakiyên xwe yên ji bo nêzîkbûna salvegera Cejna Newrozê didomînin.
Bi amadebûna dehan ciwan û şêniyên taxê, şahî bi bixêrhatina hemû beşdaran dest pê kir. Piştre agir hate pêxistin û derdorê wê dîlanên gelêrî hatin girtin.
Newroz ji bo gelên Arî cejna berxwedan û serkeftin li hemberî destilhatdariyê. Li tevahî Kurdistanê û warên ku gelên arî tê de dijîn heya 21’ê adarê, tax bi tax, gund, bi gund, Newroz tê pîrozkirin. Di dawî de jî, wê pîrozbahiyên navendî yên girseyî werin li darxistin.