QAMIŞLO – Îro danê êvarê li taxa Qudurbek a bajarê Qamişlo cejna Newrozê bi şahiyekî hat pêşwazîkirin. Bi sedan ciwan û şêniyên taxê beşdarî şahiyê bûn.
Li cihê şahiyê ku bi alên Rêber Apo, alên Kesk û Sor û Zer û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat xemilandin, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Piştî wê fîşekên awayî hatin teqandin û derdorê agir dîlan hat girtin. Piştre jî koma ciwanan a Tevgera Çand û Huner a Qudurbek “Saz û Awaz” stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kir.
Şahî bi govendên gelerî û bi coş heya dawî berdewam kir.