ŞEHBA – Îro li navçeya Şerewa ya Efrîn di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de cejna Newrozê hat pêşwazî kirin.
Rojekî piştî salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, ciwan û şêniyên Şerewa agirê Newrozê pêxistin û derdorê wê govendên gelerî girtin. Cihê pîrozbahiyê bi pankartên şehîdên tevgera ciwanan, alên Rêber Apo, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hat xemilandin.