KOBANÊ- Duh di seetên êvarê de li Kaniya Kurda ya girêdayî Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtya Jinên Ciwan bi şahiyeke bi coş Newroz pîroz kirin.
Destpêka şahî destpêbike bi sirûda ‘Ey Reqîp’ rêz li beramberî şehîdan hate girtin.
Qada Newrozê bi posterên Rêber APO û alan ve rengê xwe yê şoreşgerî derdixist holê.
Her wiha di şahiyê de dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” Bijî Serok Apo” “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û şahî bi coşeke mezin bi derdora agirê Newrozê govend gerandinê ve bi dawî bû.