QAMIŞLO – Li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo amadekariya Newrozê tê kirin. Bi taybet di rojên dawî yên berî 21’ê adarê, endamên komên hunerî rojane kom dibin û prova dikin ji bo pîrozbahiyên Newrozê. Nûçe Ciwan bi hevserokê navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo Ehmed Hemo derbarê hezirtiya komên hunerî ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê axivî.