AMED- Di daxuyaniya nivîskî ya yekîneyên YCWK’ê yên Amedê de hat ragihandin ku di çarçoveya Pêngava ” Bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re Azad bibin re” roja 15’ê Adarê saet di 01.10’an de li ser rêya Amed/Bismilê li dijî qereqola bazê ya dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî çalakiyê îstasyona bazê hatiye rûxandin, Yekîneyên YCWK’ê yên Amedê jî got, “Em dixwazin bê zanîn ku her tiştê hêzên dagirker ên li Kurdistanê wê bibin hedefa me û em ê bi tundî bersivê bidin hevkaran.”