MINBIC – Di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê Newroz pîroz kir.
Pîrozbahiya Newroza 2024’an li Çiyayê Toûq El-Xelîl ê gundewarên başûrê Minbicê bi beşdariya bi sedan kes, saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên ciwan û jinan hate destpêkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir û piştre dayîkên şehîdan ên navçeya Minbicê li ber dengê stranên gelêrî agirê Newrozê pêxistin û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin.
Di pîrozbahiyê de gelek axaftin ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, saziyên civaka sivîl û Komeleya Jinan a Zenobî hatin kirin.
Pîrozbahî bi şano, govend û dîlanê bi dawî bû.