ŞENGAL- Ciwanên Êzîdxanê piştî mizgîniya 15 balafirên bê mirov a Tirkan hatiye xistin ji aliyê Navenda Parastina Gel ve ji bo Newroza 53’emîn hat dayîn, bi biryardariyek bilind û bi coş û germahiyêk mezin, bi avayek sembolîk balefirêk SIHA ya Dewleta Tirk a faşist, dagirker desteser kirin.
Li ser tepeyên bilind a çiyayê Şengalê balefirê bêmirov a Tirka xistin xwarê û şewitandin. Piştre jî agirê Newrozê bilind kirin. Di heman demê de bi slogana Bijî Berxwedana Şengalê, Bijî Berxwedanê Gerîla, Bijî Rêber Apo ciwan û jinên ciwanên Êzîdxanê Newroza îsal û mizgîniya hatî bi moralêk bilind pîroz kirin.
Her wiha Şoreş Şengalî li ser mizgîniya ku hate dayîn wiha got, “Em ji ber vî mizginiyê keyxweşin ji ber ku edî teyareyên Tirka hem li ser hevalan hem jî li ser çiyayên Şengalê ewqasî rehet nikare tevbigere”