KOLN- Girse bi pêşengiya ciwanên endamên NRW TCŞ û TEKOJIN’ê li stasyona trenê ya Kolnê kom bûn û dest bi meşê kirin. Jinên ciwan û ciwanên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn, li kolanên Kolnê bi dîlan û def û lûleyan geriyan.
Di pîrozbahiya Newrozê de mizginiya çalakiyê ya îro ku li Gerîla TV hate weşandin û ji bo têkoşîna gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye, Kurdistanî û ciwanên APO li kolanên Kolnê timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana PKK” berz kirin.
Piştî meşê ciwan û Kurdistaniyên agirê Newrozê pêxistin, xwe ser de avêtin û govend gerandin.
Her wiha banga tevlîbûna Newroza mezin a Frankfûrtê ku wê di 23’ê Adarê de li seranserê Ewropayê bê pîrozkirin hat kirin.