MARSÎLYA – Li ser banga Meclîsa Şehîd Tîjda Ekecîk ciwan û gelê Kurdistanê li parkê li hev civiyan û Newroza Rêber APO û gerîlayên azadiyê pîroz kirin.
Bernameya Newrozê di şexsê şehîdên Newrozê de li ser navê hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Ciwanan bi mizgîniya pergala parastina hewayî ya li dijî balafirên bêmirov a ku ji aliyê Fermandariya HSM’ê ve bi nivîskî ji raya giştî û gelê Kurd re hate ragihandin, agirê Newrozê pêxistin û bi govend û dirûşmeyan Newroz pîroz kirin.
Li ser navê Meclisa Ciwanan Serhad Çiya axivî û bal kişand ser girîngiya meha Adarê û wiha got: “Em bi taybetî meha Adarê wekî meha lehengiyê dibînin. Her ku em dikevin hefteya Newrozê germahiya di nava gelê Kurd de zêdetir diyar dibe. Germî û hêza ku ciwanan di vê heyamê de nîşan dan, rastî bersiva êşên ku bi salan e kişandine.
Bi mizgîniya ku me îro girt, têkoşîna gelê Kurd ketiye serdemeke nû. Her çend em ji axa Kurdistanê dûr bin jî, bi agirê Newrozê em ê îro pêxin, bi piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gerîla û bi piştgiriya xwe ya ji bo Rêber APO, Newroza 2024’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Weke Rêxistina Ciwanên TCŞ’ê ya Marsîlyayê em dixwazin agirê Newrozê li vir bilind bikin û em hêvîdar in ku sala bê em ê bi Onder APO re Newrozeke mezin û xurtir li Amedê pîroz bikin.” .
Piştre ciwanan agirê Newrozê pêxistin û bi govend û dirûşmeyan bernameya xwe berdewam kirin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Newroz” û “Bijî Mizgînîya Fermandarên Ciwana” hatin qîrîn.