AMSTERDAM – Ciwan bi alayên Rêber APO û PKK’ê hatin li qada Amsterdam De balie hate û dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedayê Rêber APO” qîriyan.
Piştre li ser navê hemû Kurdistaniyan di şexsê Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen), Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir (Gulsûn Silgir) û endamê Koordînasyona KCR’ê Tolhildan Qendîl (Barzan Hesen Zade) ku di encamê êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê ciwanan Ahmet Keras axivî û got, “Nûçeya ku di derbarê sîstema parastinê ya li dijî SIHA’yan de hatiye pêşxistin, ji bo me mizgîniyeke mezin bû. Bi coş û kelecana vê mizgîniyê em cejna Newrozê li Rêber APO, Gerîlayên Azadiyê û gelê Kurd pîroz dikin. Bi vê munasebetê berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst girîngiyeke dîrokî bi dest dixe.”
Ahmet Keras di berdewamiya axaftina xwe wih anî li ser ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Em weke ciwanên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda Med, amade ne ku li her derê, li her qadê ji bo fizîkî ya Rêber APO têkoşînê bikin.”
Li ser vê bingehê ciwan, gelê Kurdistanê û dostên wan bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin û govend gerandin.