NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 1993’an de Rêber APO li ser Goristana Şehîdên Rojhilata Navîn li Akademiya Mahsum Korkmaz, li Lûbnanê ji bo Newrozê watê û giringiya Şehîdan dinirxîne. Di salên dawiyê de em wekî Ciwan û Jinên Ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, ji bo azadiya jin û gelên bindest gelekî şehîd danê. Ev şehîden gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Şehîden ku ji bo insanyetê tekoşîn meşandine û bi giredanbûna Rêber APO xwe mezin û pêşeng kirine. Di we Newrozê de em nirxandinên giring ya Rêber APO gohdarbikin û bî vê rengî em şehîden şoreşê bibîrtinin û ne tenê bi axaftîn bi praktîk jî hewl bidin wan hevalan jiyan bikin. Em xwe xurt bikin û tekoşîna xwe mezin bikin.
Rêber APO di beşa yekem de diyar dike ku, PKK soza Şehîdan e û dibêje:
„Mirov nizanê sibê çi bibe, çilo bibe, çi nebe. Çi te guhertin, îro paş dikevin an pêş dikevin. Laqîn Şehîd soza dawî ye. Karara dawiyê ye. Ji ber vê jî kararên di bin de îmze Şehîdan heye. Şehîde PKK yê rastî di karê Kurdistanê de mîrov dikare bêje ji bo karê serxwebûn û azadiyê bi tene xwe li hember dijminekê serbikeve. Bi bawerî heta nefesa dawiyê li hember dijmin sekinandî. Xebat rastî bi wê cesareta çebû ye. Heta demla xwîna dawiyê. Heta deste me were me bi wan tiştan sond daye.”