ANKARA- Ciwanên Xwendekar ên Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) Newroz, cejna vejîn û berxwedanê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Bi pankartên “Dawî wê muhteşem bibe” û “Li Mizgîniya Newrozê bilind dike dengê Şoreşê “, wêneyên Sema Yuce ku dibêje “Ez dixwazim ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bibim pirekî ji agir.” û xwendakarên zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsên faşîst ve hat qetilkirin li kampûsa ODTÜ hate aliqandin. Bi dehan xwendekarên zanîngehê li kampuse hatin cem hev û li pîrozbahî li dar xistin. Ciwanên zanîngehê bi coşeke mezin Newroz pêşwazî kirin, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” agir pêxistin û li derdora wê govend gerandin.
Her wiha di çalakiyê de li ser wateya rojê jî daxuyanî hate dayîn.
Daxuyaniyê de wisa hat gotin:
“Neye bîrkirin kû cejna Newrozê ji me re hebûn û têkoşîneke nû tîne . Bira serdemên Dehakan ji bîr nekin ku serdeman her tim Kawa’yê xwe derdixin. Mazlum dibin, Zekiye dibin, Rehşan, Ronahî û Berîvan dibin. Bi rihê Semayan ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dibe pireyek ji agir. Nikarin agirê tekoşîna me bitemrînin û ev agir dê ji gelek Dehakan û qesran dişewtîne.
Em wek ciwanên xwendekar, di serî de hevalên me yên di zinadana faşîzmê de tên girtin em li van silav dikin û em dibêjin ku kes nikare roja me tarî bike. Em ê bi vê tekoşîna Newrozê re di şexsê Îmraliyê de tecrîda li ser mirovahiyê bişkînin. Em ê textên Dehakê zilimkar hilweşînin.
Newroz serî de li heqîqetê li xwe re dikin rê û ber xwe didin re, gelan re, jinan re di şexsê wan de hemû mîrovahiyê re bi hêviya azadî û tekoşîne pîroz be.”
Bijî newroz, newroz pîroz be
Bijî berxwedana ciwana
Bijî berxwedana zindana