KOBANÊ – Duh êvarê, şeva Newrozê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya cejna Newrozê meşekî meşeleyan li darxist. Armancê meşê pîrozkirina Newroz û bangawaziya tevlîbûna şahiyê Newrozê bû.
Bi dehan ciwan û jinên ciwan saet 8’ê êvarê li Miştenur bi meşele, pankart û alên Rêber Apo, alên PKK, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan kom bûn. Meş heya Qada Jina Azad bi coş û sloganan berdewam kir.