ADANA- Jin û ciwan li taxa 19’ê Gulanê ya Yuregîrê û Taxa Havuzlubahçe ya Seyhanê li hev civiyan û agirê Newrozê bi lêdana muzîkê û qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” pêxistin. Gel bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi deqeyan li dora agir sekinî. Parlamenterê DEM’ê yê Mêrsînê Alî Bozan, Namzetên Hevşaredarên DEM’ê yên Şaredariya Seyhanê Sever Uzun û Mehmet Karakiş, Namzetên Hevşaredarên DEM’ê yên Şaredariya Yuregîrê Şukran Efetûrk û Îbrahîm Kocaman û bi sedan welatî ji saet 7 heta 70’î tevlî pîrozbahiya azadiya fîzîkî ya Rêber APO bûn. hat xwestin.
Di pîrozbahiyê de ciwanan pankarta “Her Newroz destpêkek nû ye” vekirin û bi meşaleyan meşiyan.
Piştî pîrozbahiyê polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kir û hincet fîşekên hewayî nîşan da. Ciwanên welatparêz di dema berzkirina dirûşmeyên Bijî Serok APO de bi keviran bersiv dan polîsan.