BÎEL- TCŞ (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) bi tilîlî û dirûşmeyan meşiyan.
Di meşa ku ji heftê heta heftêyî beşdar bûn de, ciwanên ku bi cil û bergên neteweyî dimeşiyan, bala gel kişand ser xwe.
Li deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên Newrozê û hemû şehîdên şoreşê, li ser navê Meclîsa Şehîd Atakan Mahîr Ahmet Kaya axaftinek kir.
Ahmet Kaya amaje bi wê yekê kir ku Newroz berxwedan û serhildanê ye û got, “Îro em bi pêşengiya Partiya xwe PKK’ê Newroza 52’yemîn pîroz dikin. Newroza ku 52 sal berê bi Rêbertî dest pê kir heta îro bi coşeke mezin berdewam kir. Ahmet Kaya got, “Di dîroka Kurdistanê de berxwedanên gelekî girîng û mezin hene, dijminên me dixwestin me û çanda me tune bikin, lê Kurd her tim bi berxwedana xwe bi ser ketin. Em bi vê têkoşînê Newroza xwe pîroz bikin. Gelê me yê Kurdistanê ku niha li vir e û ji çar parçeyên Kurdistanê hatiye, ji bo berxwedanê û ji bo dengê xwe bide bihîstin hatiye.”
Ahmet Kaya bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêber APO û got, “3 sal in tu nûçe ji Rêber APO nagirin. Em ê Rêberê xwe û Gerîlayê xwe yê Azadiyê biparêzin” û got, “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO ya li zindanan û misogerkirina azadiya fizîkî, bi greva birçîbûnê re berxwedanek heye. Divê em jî li vir erka xwe bi cih bînin.”
Piştî axaftina Ahmet Kaya ji aliyê saziyên dost ve bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO û pîrozkirina Cejna Newrozê axaftin hatin kirin.
Piştî daxuyaniyên çapemeniyê agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û dirûşme berz kirin.
Di dawiya bernameyê de kartpostalên ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de ji Rêber APO re bên şandin hatin dagirtin.