SAINT-AVOLD – Endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) li bajarê Saint-Avold ê Fransayê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Ciwan û welatparêz bi meşaleyan hatin qada Newrozê û li dora agirê Newrozê govend gerandin.
Ciwanên ku soza xwe ya berfirehkirina Berxwedana Newrozê û Têkoşîna Gelê Kurd nû kirin, bi mizgîniya ku ji Fermandariya HSM’ê (Navenda Parastina Gel) hatin Newroz hat pîroz kirin. Ciwanan soza xwe dubare kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin.
Pîrozbahiya Newrozê ku timî bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin, bi konveya coş a ciwanên bi ala RÊBER APO bi dawî bû.