GENT – Bi sedan ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) li Gentê Newroz pîroz kirin. Ciwanan bi cil û bergên netewî Newroza Rêber APO û Gerîlaya Azadiyê pîroz kirin û agirê Newrozê pêxistin.
Ciwan û gelê Kurd ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de Newroz pîroz kirin û diyar kirin ku Newroz bi Rêber APO re careke din watedar bû û di şexsê Kawayê hemdem Mazlum Doğan de bi minetdarî şehîdên Newrozê bi bîr anîn.
Piştre ciwanan li dora agirê Newrozê govend gerandin û gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Ciwan Fedaiyê Rêber APO ye” berz kirin.
Ciwanan diyar kirin ku wê sala 2024’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ciwanan soza xwe dubare kirin ku ew ê ji bo vê li her derê û her tim têbikoşin.