DRAGUIGNAN – Di meşê de bi pêşengiya ciwanên endamên CKF (Ciwanen Kurdistani en France) bi sedan kes bi alên Rêber APO û PKK’ê û meşaleyan meşiyan.
Di meşê de pankarta ku li ser Rêber APO û şehîdên Newrozê hebûn, ciwan û gelê Welatparêz bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Girseya gel a di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” Newroz pîroz kir, bi moral û coşeke mezin Pergala Parastina Hewayî ya ji aliyê gerîlayên azadiyê ve li dijî UCAV hatiye pêşxistin, li gel dîmenên dawî yên çalakiya li Gerîla TV hate weşandin.
Li ser vê bingehê meş li ber PTT’ê dest pê kir û li ber Walîtiya Dragûîgnan bi dawî bû. Piştre ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan bi qasî saetekê meşa xwe berdewam kirin.