NAVENDA NÛÇEYAN – Yekiniyên Parastina Cevherî bi daxuyaniyeke nivîskî dîmenê çalakiya kontra ya kesê bi navê Savaş Duman ê ku li Ezurûmê bi dijmin re hevkarî kiriye hatiye tespîtkirin eşkere dike.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Erziromê jî kir û got; “Cihê we ne jiyaneke pîs e, têkoşîna gelê me ya azadiyê ye.”
JI GELÊ ME YA WELATÎ Û GIŞTÎ re
“Dewleta Tirk a kolonyalîst di çarçoveya Plana Hilweşînê de bi taybetî di demên dawî de bi hevkarên xwe yên herêmî yên li Kurdistanê polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me yê welatparêz bi taybetî li ser ciwanan dişopîne. Mînaka vê ya dawî di şexsê hevkarê bi navê “Savaş Duman” de li Erziromê tê jiyîn. Çalakiyên kontra yên di demên dawî de ji aliyê vî kesî ve hatine kirin, ji aliyê tevgera me ve hatine tespîtkirin.
Bi taybetî di navbera salên 2014-2016’an de li Hînisê li qadên gerîlayan xebatên pişaftinê kir. Her wiha bi dehan mirovên me di doza ku di bin navê bûyerên Kobanê yên Hînîsê de hatibû vekirin de weke şahidên veşartî îfade da û bû sedema cezakirina wan. Di van demên dawîn de bi gotegotan di nava gelê me yê welatparêz de nakokî derdixe û li dijî hev dike. Vî kesî xortên me li ser înternetê qumar da lsitin û xiste bin deynan û bi hevkariya polîsên dagirker ji bo ku ciwanan bike ajan û deynan bide wan ser wan dixebitîne.
Banga me ji ciwanên Erziromê re ev e; Cihê we ne jiyaneke pîs e, têkoşîna gelê me ya azadiyê ye.
Em kontraya hevkar a bi navê “Savaş Duman” hişyar dikin. Ya hûn dev ji van çalakiyên kontra berdin û ji Kurdistanê derkevin.
EM HIT!
YEKÎNEYÊN PARASTINA CEWHERÎ