STUTTGART – Kurdistanî û dostên wan ên ku di pêşengiya TCŞ, TekoJIN û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hatin cem hev, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” daketin qadan.
Ciwan û Kurdistaniyên ku roja borî bi meşaleyan heta Keleha Esslingenê meşiyan, îro li navenda Stûttgartê meşeke bi heybet pêk anîn. Piştî daxuyaniya li Kolana Lautenschlager hat dayîn, girseya gel bi dirûşme û muzîkê dest bi meşa 5 km kir.
Di daxuyaniya Newrozê ya li ser navê KON-MED’ê hat xwendin de bal hat kişandin ser polîtîkayên şer ên li dijî gelê Kurd û hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber APO bê rakirin.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Mesût Daghan Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got: Newroz mizgîniya serkeftinê ye. Newroz roja rizgarî û vejînê ye. Cejna Newrozê li hemû cangoriyên azadiyê û gelê me bi taybet li Rêber û şehîdên me pîroz be.”
Daghan da zanîn ku wan Newroza îsal diyarî Onder APO hatiye kirin û dê sibe Newroza fînalê li Frankfurtê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk bînin.
Piştî axaftinan ciwan û girse li kolana Lautenschlagerstrasse heta Marîenplatzê meşiyan. Di meşa Newrozê de ku jinên ciwan û jinên Kurd bi cil û bergên gelêrî tevlî bûn, girseya gel gelek caran bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Newroz”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedan Gerîla” berz kirin.
Piştî meşê ciwan û welatparêz li ber avahiya Navenda Civaka Kurd a Stûttgartê li hev kom bûn, agirê Newrozê pêxistin û govend gerandin.