BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, detayên çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Daxuyanî wiha ye.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
19’ê Adarê saet di navbera 09:50 û 10:45’an de, dagirkerên herêma Berxwedana Girê Amediyê bi çekên giran hedef hatin girtin û bi awayekî bi bandor hatin gulebarankirin.
2. Herêma Xakurkê;
19’ê Adarê saet 17:20’an de dagirkerên Girê Şehîd Kamuran bûne hedef û bi çekên giran hatine gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 19’ê Adarê de çeperên me yên şer ên li herêma Berxwedana Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê 4 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di navbera 16 û 23’ê Adarê de Dêreşê, Deşta Kafya, Zengil, Bîrê, Gûzê, Şiyê, herêma Çemrobotkî ya herêma Garê 10 caran, Şehîd Delîl, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bahar, Herêmên Berxwedana Serdemê Girê Amediyê, Herêma Rojavayê Zapê 20 caran, Şehîd Delîl herêma Zapê 20 caran, qada Berxwedana Îbrahîm 5 caran, Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî, herêma Bazê ya herêma Metîna 15 caran, Kolît, Lolan, Sinînê, herêma Şehîd Şerîf Herêma Xakurkê 8 caran, Kortek, Silê, herêma Bêpala herêma Qendilê bi giştî 6 caran; 64 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.
Di 14 û 17’ê Adarê de herêmên Çarçel, Şêlazê, Yekmale yên herêma Metîna û qada Lolan a herêma Xakurkê ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.
23 Adar 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê