PARÎS – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) bi coş û kelecana mizgîniya pergala parastinê ya li dijî SIHA’ê ya ji aliyê NPG’ê (Navenda Parastina Gel) ve hat ragihandin, modela SÎHA’yê ya wekî nûnertî di Newroza Parîsê de şewitandin.
Balafirên bêmirov ên Komara Tirk ku di vê heyamê de berê xwe dabûn xwarê, vê carê wekî nûnertiya Newroza Parîsê hatin xistin. Agirê Newrozê ku bi imhakirina SIHA’yan ji aliyê gerîlayên azadiyê ve li ezmanan destpê kir, ciwanên endamên TCŞ’ê Newroza Parîsê de modelên SIHA’ê şewitandin.
Di çarçoveya şewitandina SÎHA’yê de ciwan û girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Zap Avaşîn Metîna Bijî Berxwedana Gerîlla” Newroza Rêber APO û Gerîlaya Azadiyê pîroz kirin.
Li ser vê bingehê ciwanên Newroz pîroz kirin û govend gerandin.
Bernameya Newrozê ya li Parîsê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate pîrozkirin didome.