SWİSRE – Girseya gel a bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê ji bo pîrozkirina Newroza Rêber APO, Gerîlayên Azadiyê û tevahî gelê Kurdistanê hatin cem hev.
Pîrozbahî bi axaftina rêveberê komeleyê Recep Akkamiş dest pê kir. Recep Akkamiş di axaftina xwe de wiha got;
Di Newroza 2024’an de tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybet li dijî herêmên gerîla û Rojava û girtinan, asta tevlîbûn û vîna gelê me wê careke din îradeya xwe nîşanî Rêbertî û gerîlayên azadiya Kurdistanê bide. Binçavkirinên li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye. Gelê me bi îradeya xwe polîtîkayên xwe yên êrîş û înkarê pûç kir.
Rêveberê KCDS’ê Mehmet Aslan bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO û got, “Divê gelê me destekê bide pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ku di 10’ê cotmehê de dest pê kiriye û ji bo sala 2024’an bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber APO têkoşînê mezin bikin. ”
Piştre jî ciwan, gelê Kurdistanê û dostên wan li gel mûzîkê govend gerandin û bi tilîlî û dirûşmeyan bernameya xwe bi dawî kirin.