BOLOGNA- Pîrozbahiya Newrozê ya roja Çarşemê li Navenda Civakî ya Labasê bi beşdariya nêzî hezar kesî pêk hat.
Bername di saet 18.00’an de bi nîqaşên gel ên li ser azadiya jinê, çawa jin li Rojava xwe birêxistin kirin û rê û rêbazên bi kar anîne çawa dikarin li Îtalyayê biguherînin dest pê kir. Endama Çapemenî û Têkiliyan a YPJ’ê ya ji Rojava jî beşdarî nîqaşê bû.
Di dawiya nîqaşê de vekirina plakayê ji mermera ku ji bo bîranîna şehîd Avesta Xabur ku di sala 2028’an de li Efrînê şehîd bûbû, berdewam kir. Vekirina plaketê li oda mezin a Labasê ku ji sala 2018’an vir ve navê Şehîd Avesta Xebur e hat kirin.
Li odeyeke din, odeya sînemayê ya piçûk bi navê “Nuovo Cinema Amude” hat vekirin, ku tê de çendîn pêşandanên belgefîlma ku ji bo Lorenzo Tekoser-Orso Orsetti hatibû veqetandin, hat lidarxistin. Hemû qezenca xwarina Kurdî ji bo projeya ji nû ve avakirina sînemaya Amûdê ya Rojava hat komkirin.
Piştre şahî bi stran û pêşandanên folklorî berdewam kir.
Endamên navenda civakî şeva xwe bi daliqandina pankarteke mezin a bi nivîsa “Faşîzma Tirk bişkîne” û gelek bombeyên dûmanê û dirûşmeyên ku rengê şevê lê zêde kirin, bi dawî kirin.