ELÎH- Weke pîrozbahiya Newrozê ya li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin, ciwanên Elîhê jî tevî hemû mudaxeleya polîsan bi dirûşme, coş û bi taybetî jî bi kevirê di destê xwe de bersiv dan zîhniyeta faşîst. Bi vi re hêz û ruhê dînamîk û coş dan Newrozê. Vê yekê polîsên faşîst ên Tirk tirsand û bi girtina ciwanên Kurd li gelek parêzgehan hewl da ciwanan bitirsîne.
Ne tenê ji ber kevirên ku ciwanan avêtin, polisên faşist belavokên ku ciwan belav dikin jî ditirse. Polîsên dagirker ên Tirk duh êvarê mudaxeleyî endamên Meclisa Ciwanên DEM’ê kirin a ku dest bi amadekariyên şolena bi dirûşma “Dema Ciwanan” bê li derxistin. Ciwan li gelek nuqteyên Elihê dema ku belavok belav dikirin û bang li ciwanan dikirin ku beşdarî festîvalê bibin rastê êrişên polisan hatin. Li ser vê yekê di navbera polîs û ciwanan de demekê rageşî derket.
Li hemberî mudaxeleya polîsan a bi dirûşma “Zext nikarin me bitirsînin” endamên Meclîsa Ciwanên DEM’ê destnîşan kirin ku tevî hemû destwerdanên polîsan jî bi belavokên di destê xwe de dê xebatên xwe bidomînin.
Polîs fêhm kir ku nikarin ciwanan bitirsînin dewj ji mudexaleyê berdan.
Festîvala ku wê bi dirûşma “Dema Ciwanan” bê lidarxistin, îro saet di 19.30’an de li Navenda Locala Elîhê DEM Parti bi beşdariya namzeta Hevşaredar Gulîstan Sönük û Hevserokê DEM Partî ya Elîhê Mustafa Teknîk û gelek kesan hnermendan pêk were.