NAVENDA NUÇEYAN: Portre
“Heval Tolhildan, sala 1994’an ji malbateke welatparêz, ku jiyana xwe ji şoreşa Kurdistanê re razandine û ewladên mîna heval Tolhildan gihandine, li bajarê Mahabadê ya Rojhilatê Kurdistanê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Li heman bajarê qonaxên jiyanê derbas dike û pir zû li politikayên qirkirer û dagirkeriya ser Kurdistanê serwezt dibe. Di emrê ciwan de û jiber meraq û lêgerîna riya azadiyê, bi ramanên Rêber APO û Tevgera Azadiya Kurdistanê şa dibe. Rixmî ku malbat di tevgerên klasîk yên Rojhilat de xwedî paşxan û dîrokeke demdirêje jî, heval Tolhildan xeta şoreşgerî, netewî û sosyalîzma rastîn, di tevgera APO’yî de dibîne. Bi kelecaneke mezin jibo ronîkirina ciwanan û giştî civakê, bi awayek çalak dest bi xebatên şoreşgerî dike. Di destpêka temenê ciwantî de û dema ku di nav hewildana hişiyarkirina ciwanan û civakê de ye, ji aliyê rejîma dagirker ya Îranê ve tê girtin û bi êş û îşkenceyên zîndanên Îranê re rû bi rû dimîne. Lê heval Tolhildan bi îrade û biryardariyek mezin bi xeyalê ku gel bi azadiya xwe şa bibin, têkoşîna xwe mezintir dike û di dema ku li zanîngehê dixwîne, bi hevrêtiya Şehîd Argeş Şoreş û bi komek hevalên xwe re, sala 2016’an berê xwe dide çiyayên azad yên Kurdistanê û tevlî refên gerîla dibe. Jibo xwe gihandina taybetmendiyên kesayeta APO’yî, li Akademiyên Şervanê nû, Ş.Hêmin Bêkes û Ş.Alî Çîçek xwe perwerde dike û digihîne. Hertim bi pêkanîn û serxistina erk û berpirsyartiyên herî zor, li her derê ku lêye dibe navnîşana bawerî û yeqîna rêhevalên xwe.
Heval Tolhildan wek şoreşgereke rastîn ya gelê xwe, pir zû xwe bi fikrên Rêber APO re dike yek û di xebatên şoreşgerî de erk û berpirsyartiyên giring radike. Di oxira ronî kirina civakê, hertim di nava hewildan û lêgerînê de dibe. Jibo ku ciwanan ji çerxa şerê taybet ya rejîma dagirker derxîne û bixe riya rast yê jiyanê, di gotin û pratîka xwe de, dibe nûnereke rast ya fikir û paradîgmaya Rêber APO û şehîdan. Li herêmên Asos, Pênciwên û Qendîlê, di pir xebatên girîng û stratejîk de rolek sereke dilîze. Xwe digihîne bajar û zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û jibo hişiyarkirin û rêxistinkirina ciwanan bênavber xebat dike. Herwiha li eyaletên Merîwan û Mukiriyan, di gerîlatiyê de kur dibe û bêyî ku kêliyek jî bisekine berdewam têdikoşe. Herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê bû semboleke têkoşîna li dijî îxanet û hevkariyê. Ramanên Rêber APO, tarzê jiyana rast û xeta azadiyê, di serî de di kesayeta xwe de pêktîne û bi vî rengî jibo ciwanên Kurdistanê dibe rênîşander û pisûleya têkoşînê. Li ser bingeha paradîgmaya Rêber APO, bi têkoşîna gerîlatiyê, bi kelecan û dînamîzma ciwantî, bi xebatên ronakbîriyê û îstikrara di meşa azadiyê de, tovên şoreşa “jin jiyan azadî” li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê direşîne. Rêheval Tolhildan, bi dilnizmî û fedakariya di bingeha xizmeta gel de û jibo paqijkirin û qedandina destê dagirkeriyê li ser axa welat, şer û têkoşîna xwe gihand lutkeyê û bû sembûla pêşengtiya ciwanan ya hertim zindî û jiyan dike.”