DÊRAZOR – Di bin dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ li parêzgeha Dêrezorê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo pîrozkirina cejna Newroz a 2024’an şahiyekî li darxist. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên ciwanan beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahiyê bi deqayeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre agirê Newrozê bi dengê stranên gelêrî hat pêxistin. Diruşmeya “Bê serok jiyan nabe” hat berz kirin û piştre li ser navê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Dêrazorê axaftin hat kirin.
Pîrozbahî bi şano berdewam kir, û heya dawî bi govendê û dîlanê bi coş domand.