REQA – Îro danê êvarê Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê bi boneya Hefteya Qehremaniyê a ku gelek şehîdên pêşeng ên PKK şehîd bûn, ji Mazlûm Dogan (21’ê adarê 1982’an) heya Mahsum Korkmaz (28’ê tîrmehê 1986’an) çalakiyek li dar xist û sînevîzyonek li ser berxwedana şoreşgerên PKK ya li zindana Amed a li dijî dewleta faşîst a Tirk pêşkêş kir.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre sînevîzyona “14’ê Tîrmehê” hat pêşkêş kirin. Ev çalakî wê sibeh berdewam bike.