BRUKSEL- Li bajarê Heusden-Zolder ê Belçîkayê, komek Tirkên faşîst ku îşareta gurê boz çêkirin, êrîşî mala malbateke Kurd piştî ku ji pîrozbahiya Newrozê vegeriyan çûn mala xizmên xwe a ku zarok jî di nav de hebûn, kirin .
Komên faşîst bi kevir, alên Tirk û dirûşmên Allah û Ekber êrîşî malê kirin û piştre xwestin mal bişewitînin.
Polîsên Belçîkayê hatin cihê bûyerê û ewlekariya avahiyê kirin. Komên faşîst bi kombûna Kurdên bajarên din re belav bûn.
Li cihekî din bi dehan faşîst bi awayekî hovane êrîşî ciwanekî ku dihesibînin ku Kurd e, dikin.
Rageşiya li bajêr didome.