NAVENDA NÛÇEYAN – Weke ku tê zanîn Rêber APO 25 sal berê bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û di vê serdemê de her tim bi îşkence û tecrîda herî giran re rû bi rû ma. Bi taybetî ev 37 meh in di bin îşkenceyên giran/tecrîta mutleq de, ku di ti qanûnên cîhanê de nehatiye dîtin de ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Li ser vê bingehê gelê Kurd û dostên wê di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dirûşmeya “JI RÊBER APO RE AZADÎ Jİ PİRSGİRÊKA KURD RE ÇARESERΔ dest bi pêngaveke mezin kirin.
“Komîteya Azadiya Fizîkî ya Rêber APO” da zanîn ku wê sibe bi hashtageke Îngîlîzî dest bi pêngaveke nû bikin û berdewamiya vê pêngavê binin.
Li ser vê bingehê “Komîteya Azadiya Fizikî ya Rêber APO” wê sibê saet di 11:00 de li gorî dema Amedê, saet 09:00’an li gorî dema Ewropayê, bi hashtaga bi navê #3YearsNoNews, li dijî bêhesasiyeta CPT û tecrîda mutleq û sîstema îşkence dewleta Tirk a faşîst a dagirker li ser Rêber APO ferz kiriye bê protestokirin.
Komîteyê bang li hemû gelê Kurd û dostên wî kir ku tevlî kampanyaya hashtagê bibin.