ŞIRNEX- Ciwanên enternasyonalîst buroya hilbijartinê ya Partiya DEM’ê ya Şirnexê ziyaret kirin.
Li Şirnexê ciwanên enternasyonalîst serdana buroya hilbijartinê ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) kirin. Ciwanên enternasyonalîst ên ku li gelek welatên Ewropayê hatin cem hev, ji bo serdanê hatin Şirnexê. Ciwanên enternasyonalîst ên ku di nava rojê de li navçeya Silopiyayê têkilî danîn, danê êvarê buroya hilbijartinê ya DEM’ê ya li Taxa Gazîpaşayê ziyaret kirin.
Bi sedan ciwanên Şirnexê li buroya hilbijartinê pêşwaziya ciwanên enternasyonalîst kirin. Ciwanên enternasyonalîst bi ciwanên Şirnexê re hatin cem hev û bi çepik û nîşaneyên serkeftinê coşa xwe nîşan dan. Ciwanên enternasyonalîst ên ku bi ciwanên Şirnexê re li ber xwe dan, serketinê ji wan re xwestin.