MARSÎLYA – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tewgera Ciwanên Şoreşger) û gelê Kurdistanê li Marsîlyayê Newroz pîroz kirin.
Girseya ku bi alên Rêber APO û PKK’ê meşiyan bi coşeke mezin berê xwe dan qada Newrozê.
Li aliyê din ciwanên endamên TCŞ’ê bi pankartên “Em Mizgîniya We Silav dikin, Bayraktar TB2 Li Erdê ye” û “Agir Girte Erşê Romê – SÎHA Ket” li ser mizgîniya ku ji aliyê Fermandariya Biryargeha HSM (Navenda Parastina Gel) ve hat dayîn pergala parastinê ya li dijî SIHA’yan hatiye pêşxistin, meş li dar xistin.
Piştî meşê girse hat qada Newrozê û di şexsê şehîdên Newrozê de li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girt.
Di axaftina Newrozê de Newroz li Rêber APO, gerîlayên azadiyê, berxwedêrên zindanan û tevahî gelê Kurdistanê hat pîroz kirin. Axaftin de hat xwestin Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber APO û azadiya Kurdistanê.
Piştî axaftinan girseya gel bi muzîkê govend gerand.