NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Ciwanên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) der barê êrîşên nîjadperest ên li dijî Kurdistaniyên ku li Belçîkayê Newroz pîroz kirin, ku di encamê de 2 ji wan giran bi giştî 6 welatiyên Kurd birîndar bûn, daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Meclîsa TCŞ’ê wiha ye!
Divê ciwanên Kurd xweparastina xwe pêş bixin!
Di êrîşa faşîstan a dewleta Tirk a qirker a li Belçîkayê de ji aliyê çeteyên nîjadperest ve hat kirin de, 2 jê giran 6 welatiyên Kurd birîndar bûn û malbateke welatparêz jî hewl dan bi saxî bê şewitinin. Bi derbên qirker ên gerîlayên Kurdistanê û mizgîniya AntîSİHA’yê li hemû Kurdistanê û cîhanê hate pîrozkirin. Bi milyonan Kurd bi ruhê berxwedana neteweyî û coşa Newrozê hatin gel hev, koma faşîst a AKP-MHP’ê dîn û har kir û terora faşîst a li navenda Ewropayê ji nû ve da destpêkirin. Divê ciwanên Kurd ên welatparêz li her derê ku lê bin, li dijî êrîşên faşîst bêyî ku serî li provokasyonan bidin, xweparastina xwe pêş bixin û li hemberî her cure êrîşan amade bin.
Ciwan hêza sereke ya şoreşê ye!
Di pêvajoyeke wiha de ku em ber bi serkeftinê ve diçin de, ciwanên welatparêz dikarin mil bi mil li ber xwe bidin û rêxistinbûna xwe mezin bikin, êrîşên dijmin têk bibin. Ciwan hêza sereke ya şoreşê ye û teqez wê rola xwe bilîze. Bersiva me ya li hemberî vê êrîşa hovane wê bibe mezinkirina xweparastin û têkoşîna bi îrade û rêxistinî.
Weke TCŞ’ê em ê gelê xwe ji çar aliyên Ewropayê bînin cem hev û vê êrîşa faşîst a ku li Belçîkayê bi rengekî plankirî hatiye ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye organîzekirin û polîs û hikumeta Belçîkayê weke temaşevanên wê mane, protesto bikin. Meş, 25’ê Adarê (îro) saet 12:00’an de li Brukselê li ber Parlamentoya Ewropayê tê lidarxistin. Em giştî ciwanên xwe gelê me vedixwînin vî meşê.