BERN- Êrîşên faşistan ku 24’ê Adarê danê êvarê li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê li dijî malbatên Kurd pêkhat, ji aliyê gelê Kurd ve hate protestokirin.
Ciwan û gelê Kurdistanê ku bi banga TCŞ’ê hatin gel hev, li Bern Bahnhofplatzê hatin cem hev.
Li ser navê TCŞ’ê Ozgur Ronî axivî û diyar kir ku dê teqez bersiva êrîşên faşîst bê dayîn.
Ronî, da zanîn ku gelê Kurd bi van êrîşan û êrîşên bi vî rengî ne xerîb e û ti carî wan ji nedîtî ve nayê û got, “Weke ciwanên Kurd, em ê li hemberî êrîşên alîgirên TC a faşîst serî netewînin. Em baş dizanin ku ev êrîş nîşaneya tirsonektiya wan e. Em ê teqez hesabê vê êrîşa hovane ya çend faşîstên bêşexsî û bênamûs bipirsin. Em ê vê ti carî ji bîr nekin. Ev koma bêhiş, ku ji ber serkeftinên têkoşîna azadiyê ya gerîlayên Kurdistanê dîn û har bûne, nikare van serkeftinan bifetisîne. Haya me ji vê yekê heye.”
Di vê çalakiya ku dostên Kurdan jî beşdar bûn de, banga KCDK-E ya ji bo çalakiya îro saet di 12:00 de li ber Parlamentoya Belçîkayê hate xwendin û di serî de ciwanên Kurd banga tevlîbûnê li raya giştî hate kirin.
Hat diyarkirin ku wê îro tevahiya rojê li tevahiya Swîsreyê çalakî bidomin.