BENELUX – Ciwanên Kurd duh êvarê li bajarê Benelûksê ji bo protestokirina êrîşa faşîzane li dijî malbateke Kurd a ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan û êrîşên li ser Kurdan, çalakiya rê girtinê pêk anîn.
Di şer û pevçûnên ku di encama êrîşên nîjadperestên Tirkên faşîst de 2 ji wan giran 6 welatiyên Kurd birîndar bûn, ciwanan bi girtina rêyan û şewitandina çopê soza “Tolhildanê” dubare kirin.
Di çalakiya ku heta saetên sibehê dom kir de, bêdengiya dewleta Belçîkayê beramberê Tirkên ku êrîşên nîjadperestî pêk anîne, hat protestokirin.
Ciwanên ku li ser vê bingehê hatin gel hev bang li hemû ciwanên Kurd kirin ku tevlî banga TCŞ’ê ya ji bo çalakiya îro saat 12.00’an de li Brukselê bê lidarxistin bibin.