SWÎSRE – Koma Tevgera Phoenix a Tamîlê ku ji roja hatiye destpêkirin û vir ve di nava tevgerê de ye û piştgiriya xwe didomîne.
Ji damezrînerên Tevgera Tamîlên Swîsreyê, Komên Phoenix û Meclîsa Tamîlên Eelam a Swîsre Jathuram Thîrumalmarukan diyar kir ku felsefeya ku Rêber APO afirandiye ji bo civakan derfetek e ku li derdora modela jiyana demokratîk bibin xwedî jiyaneke alternatîf.
Thîrumalmarukan fikrên xwe yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd anî ziman û got ku ew bi salan e pirsgirêka Kurd nas dike û li ser fikrên Rêber APO yên li ser pirsgirêka Kurd lêkolînên xwe didomîne.
Tîrumalmakuran diyar kir ku azadiya gelên ku ji bo rizgariya netewî têdikoşin bi taybet gelê Kurd wê bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber APO pêk were.
“Rêber APO di vî warî de qada çalakiyê afirand û gelê Kurd jî ev qada çalakiyê pir rast bi kar anî.
Di vê derbarê de Thîrumalmarukan diyar kir ku ew pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hembêz dikin û axaftina xwe wiha domand:
Em ne tenê piştgiriya sembolîk bidin
“Di wê çerçoveyê de Ocalan nûnera pirsgirêka siyasî ya Kurd nîşan dide û bi giştî ev tecrîda li ser Ocalan û dîl girtina wê, yani rastiya wê huquqê niha hin tê niqaş kirin. Ev çawa hatiye avakirin? Ev ne pirsekê sembolîke ku ez niha tenê bêjim ‘Azadiya Ocalan’ an jî ‘Azadiya Kurd û Kurdistanê’
Şûna wê beşdarbûneke aktîf di vê hamlê pêwist e. Tevlîbûneke di wê sîsteme de ye. Di bingêha pirsgirekên siyasî, bi wê mijulbuyin û beşa me wek civaka Tamil jî em ne piştgiriya sembolîk nişan didin, em di nava çalakiyê de ye.”
Bi hev re em bibin çareseriya enternasyonal ji bo civakên bindest.
“Ji bo Sri Lanka na, lê ji bo Tamil erê. Ji ber pirsgireka siyasî ji bo Tamîl wekî pirsgirêka siyasî ji bo Kurdan e. Ji xwe pêwîste her mirovekî bikaribe azad jiyan bike, ev pirsgirek e. Lê pirsgirekâ bingehin ya pergala dewleta navendî, destûra bingehîn ya dewlet, pergala desthilatdar, pergala baviksalarî, pergala kapîtalîst û împeryalist her wekî din aktîf bandor dikin.
Em îro jî dibînin, hareqeta Tamilan piştî 2009’an de xwe dide wî alî. Yanî bi xwestek an bê xwestek jî fikirandina bingehin wekhevin û pêkanîna wê ne tene ji bo Tamîl, ji bo Kurdan jî, yanî bi hev re, em bibin çareseriya nav netewî ji bo civakên bindest.”
Em jî azadiya jin bînin
“Aliyê siyasî de her tim tekiliya me hebûn, lê paralel wekî di civaka Kurd de jin tekoşin dikin, di civaka Tamîlan de jî yekitiyên xweser, rexistinen xweser hene ji bo jin wekhev bin. Ev di sala 1982/83 hatiye avakirin.
Piştgiriya enternasyonal (navnetewî) lazime û em bi hev re li hember bindestiyê, li hember wan êrîşan kar bikin. Ji ber hareketa Tamilan her tim piştgirî dide civakên bindest, wekî Kurd û Tamîlan jî. Em yek bi yek keleka hevdû bisekinin.
Bijî Kurdistan.”