NAVENDA NUÇEYAN- DOSYA TAYBET: Newroza Qendîlê de rengê ciwanan.
Ev der quntara Çiyayê Qendîlê ye ku ji her cûre çûk û bilbilan bigire heta mirov û dangê çiyayî jî dema xwe bi azadî derbas dikin.
Ev der cihê rêwiyên rêya heqîqet, azadî û zanînê ye.
Îsal bi hezaran kes Newroza Kurdan a 2724’an li Çiyayê Qendîlê pîroz kirin.
Di vê çarçoveyê de Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Başûrê Kurdistanê bi awayekî aktîf beşdarî şahiyê bûn û bi çalakiyên curbecur reng, enerjî û coşeke mezin dan pîrozbahiyê. Tevî gelek astengiyan jî pîrozbahiya Newrozê bi coş hat lidarxistin.
Şeva 20’ê Adarê bi sedan ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û jinên ciwan bala her kesî kişandin ser meşa azadiyê. Hemû beşdarên meşê bi meşaleyan di destên xwe de çalakî berdewam kirin û bê navber siloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.
Her wiha di roja sersala Kurda de çalakiyekê din a ciwanan jî danîna standên pirtûkan û belavkirina wan li ser beşdaran bû û bi sedan welatî serdana standê kirin û pirtûk wergirtin.
Di heman demê de çalakiyên ciwanan rengekî din da pîrozbahiya Newrozê.
Di vê navberê de bi pêşengtiya ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê bi meşeke girseyî û mezin tevlî pîrozbahiyê bûn.
Her wiha şahî bi coş û kelecana ciwanan bi rengekî netewî û çandî bû.
Welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn û zooma kameraya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê hin dîmen tomar kirin.
Di dawiyê de rêzgirtin û xwedîderketina li xwîna şehîdên rêya heqîqet û azadiyê û pêşengên ciwanên Kurdistan û cîhanê; Ş.Bîşeng Brûsk, Ş.Sara Hogar Riha û Ş.Tolhldan Qendîl Ciwanên Welatparêz ên başûrê Kurdistanê çûn serdana goristana şehîdan.
Bi vî awayî yek ji Newroza herî çalak a ciwanên welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwanên Têkoşer bi dawî bû. Em jî di dawiyê de bi bîr tînin ku me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin.