BASEL- Êrîşa komên faşîst a duh êvarê êrîşên li dijî malbatên Kurd ên ji Newrozê vedigeriyan li Heusden-Zolder a Belçîkayê li bajarê Basel ê Swîsreyê hate protestokirin.
Di çalakiya li Basel Claraplatz a bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) de, nûnerên Kurdistanê û gelek saziyên dost beşdar bûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li dijî êrîşê de ev tişt hatin gotin:
“Roja Yekşemê em careke din bûn şahidê êrîşên tirsonek û hovane yên faşîstên Tirk. Mîna keriyê çolê êrîşî mala malbateke Kurd kirin û xwestin malê bişewitînin. Divê ew zanibin ku em ê tola xwe hilînin, çiqas bidome jî. Divê ew xwe veşêrin û bifikirin ku malên xwe biterikînin, çiqas dem dirêj dibe bila bibe.
Em ê tola her şehîdekî, ji bo her rêhevalekî xwe yê bi kêran, ji bo her ala Kurdistanê ya ku hatiye şewitandin hilînin. Ji bo vê çi dibe bila bibe em ê canê xwe bidin. Li her demê û li ku be, me wek ciwanên Kurd sond xwar ku em tola xwe hilînin!
Divê faşîstên Tirk zanibin ku li vir encamên baş bi dest naxin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna li dijî faşîzmê bidomînin.”
Çalakiya ku li Claraplatzê destpê kir, bi meş û dirûşmeyan heta Kasernê dewam kir û bi dawî bû.