LOZAN – Êrîşa komên faşîst a duh êvarê li dijî malbatên Kurd ên ji Newrozê vedigeriyan li bajarê Heûsden-Zolder ê Belçîkayê, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hate protestokirin.
Di encama bangên KCDK-E, TCŞ û TEKOJIN’ê de Kurdistanî û dostên wan daketin qadan, êrîş protesto kirin û banga yekîtiyê kirin.
Ciwanên Kurd der barê bûyerê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ev êrîş wê bê bersiv nemînin.
Qisekeran da zanîn ku berxwedana gelê Kurd ji her demê mezintir e û wiha got: “Gelê Kurd bi salan e li dijî faşîzmê di nava têkoşîneke bê hempa de ye. Cejna Newrozê ya ku em her sal wekî sembola berxwedana li dijî faşîzmê pîroz dikin, îsal jî bi moral û coşeke mezin hatin pîrozkirin.
Newroza ku îsal mizgîniyek bi xwe re anî, derbeke mezin li dewleta Tirk a faşîst xist. Moral û coşa ku bi vê mizgîniyê di gelê Kurd de hat afirandin, li her qadê hate dîtin.
“Endamê Ciwanên Kurd” Duh danê êvarê bi sedan tirkên faşîst piştî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Leuvenê bi konvoyeke ji bajarokê Heusden-Zolder derbas dibûn, êrîş birin li ser wan. Em bang li dewleta qirêj a Tirk û Tirkên ku ji duh heta îro li her qadê êrîşên nîjadperestî li ser gelê me dikin dikin. “Em weke ciwanên Kurd li hemberî vê êrîşê bêdeng namînin.
Li ser vê bingehê wê hemû ciwanên Kurdistanê li dijî faşîzmê careke din îradeya xwe nîşan bidin. Dema ku em ew qas nêzî serketinê ne, dem hatiye ku li dijî her êrîşa li dijî me serî hildin. “Ji ber vê sedemê em ê bêdeng nemînin û bersiva pêwîst bidin faşîstan.”
Çalakî li Place de la Gare bi dirûşmeyan bi dawî bû.