TEBQA- Tevgra Ciwanen Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê bi dirûşma “Bi rihê Hefteya Lehengiyê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” meşeke meşaleyî li dar xist.
Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û yên ciwanan ên kantona Tebqayê beşdar bûn.
Beşdaran ji pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê ve dest bi meşê kir û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.
Li wir, hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantonê Fatme El Salih daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “Hefteya Berxwedanê û Lehengiyê ya dîrokî ji agirê Newrozê dest pê dike û bi bîranîna şehadeta fermandar Egîd bi dawî dibe. Fermandarên hêzên gerîla navên xwe ji 21 heta 28ˊê Adarê di dîrokî de nivîsandin û bi berxwedana û lehengiya xwe dîrok guhartin.”
Her wiha hate gotin, “Meha Adarê meha berxwedan û lehengiyê ye û gelek cejnan dihewîne, ji wan cejnan Newrozê, sembola azadiyê ye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku agirê ku Mazlûm, Ferhad û Sema pêxistiye rêya gelan ronî dike û bûye sembola azadî û heqîqetê.
Di dawiyê daxuyaniyê de ciwanekî Erep soza beşdarbûyina nav refên gerîla da.
Çalakî bi sloganan hat bi dawî kirin.