HAMBÛRG – Ciwanên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) li Hambûrgê hatin cem hev û bi armanca protestokirina êrîşên Tirkên faşîst ên li dijî Kurdan ên li Belçîkayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên Şoreşger ên endamên TCŞ û TekoJIN’ê ku li dijî astengkirina polîsên Elman ên ku hewl dan destûr nedin meşê, bi dirûşme û qîrîna dirûşman, astengiya polîsan şikandin û meşa xwe berdewam kirin.
Ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN’ê di dawiya meşê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan û gotin: “Em li ku dibin bila bibin, bi rêxistinkirina hawirdora xwe, azadbûn û mezinkirina xweparastinê em dikarin têkoşîna xwe berfireh bikin û Kurdistanê biparêzin.”
Piştî axaftinan ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Ciwan Fedayî Rêber APO” dawî li çalakiya xwe anîn.