ŞIRNEX – Di 31’ê Adarê de li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi mîlyonan kes wê biçin ser sindoqan û rêveberiyên şaredariyan ên nû diyar bikin. Bi salan e desthilatdariya AKP û MHP’ê bi rêbazên cuda vîna gelê kurd desteser dike. Desthilatdariya AKP’ê ku vê carê jî armanc dike bi hîleya û veguhastina hilbijêrên ji derve hin şaredariyên li bajarên Kurdistanê bi dest bixe, di nav hewledayînan de ye. Yek ji van navçeyên ku niha ev rêbaz dubare tê ceribandin jî navçeya Qileban a Şirnexê ye. Di hilbijartinên xwecihî yê 31’ê Adara 2019’an de bi hezaran leşker, cerdevan û polîsên ji derve anîn şaredariya navçeyê xespkirin. Di vê hilbijartinê de jî heta niha 2 hezar hilbijêr ji derve anîne û dubare dixwazin bi çarenûsa bajêr bilîzin. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî van rêbazên AKP’ê her roj gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan digere û wate û giringiya hilbijartinên herêmên xwecihî ji gel re vedibêje û ji wan daxwaz dike ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
Ciwanên Qilebanê der barê hilbijartinê de bang li her hemû ciwanan kirin ku xwedî li îradeya xwe derevin.
‘EM Ê NEHÊLIN KU AKP VÎNA ME VÊ CARÊ DESTESER BIKE’
Ji ciwanan Ramazan Paksoy diyar kir ku ciwan vê carê ji guhertinê re amade ne û wiha axivî: “Daxwaza min ji ciwanên Qilêbanê ew e ku xwedî li sindoqên xwe derkevin. Ev 10-15 sal in ku desthilata AKP’ê dengê me didize û pereyê şaredariyê hemûyê dixwe. Bi pereyê şaredariyê ji xwe re bîneyan kirin û erebe kirîn. Lê belê em vê carê ji gelê xwe û ji ciwanan bi bawer in em ê destûr nedin AKP’ê. Çi qas ji destê me bê em ê nehêlin ku vîna gel bê desteserkirin. Em nahêlin ku îradeya me bişkînin û serkeftin her demê wê ya me be. AKP’ê di vê hilbijartinê de jî 2 hezar deng ji derve anîne û li Qilebanê bi cih kirine. Lê tevî vê jî ew ê bi ser nekevin. Em ê nehêlin ku AKP şaredariya me desteser bike. Divê di 31’ê Adarê de hemû jin, ciwan û gelê me xwedî li sindoqên xwe derkeve û nehêlin rayê wan bên dizîn. Serkeftin ya me ciwane ye.”
‘EM JI PARASTINA ÎRADEYA XWE RE AMADE NE’
Ji ciwanan Kûrtay Paksoy jî îşeret bi şaredariya AKP’î kir û got ku bi salan e yek xizmetek ji navçeyê re nekiriye û got: “Ev çend sal in desthilata AKP’ê îradeya me xesp dike. Lêbelê em vê carê nahêlin ku îradeya me xesp bike. Em êdî ji vê pergalê nerazîne û jê aciz in. Em dixwazin ku vê carê xwedî li sindoqên xwe derkevin û serkeftin ya me ye. Em bawer dikin ku vê carê tenê bi ciwanan mabe em ê nehêlin ku îradeya me bê desteserkirin. Em ciwan ji xwe bi bawerin û vê carê dê îradeya ciwanan bi serbikeve. Em nahêlin ku vê carê jî şaredariya me xesp bikin û navçeya me ya Qilebanê qirêj bikin. Em ciwan nahêlin ku di vê hilbijartinê de yek rayeke me jî bê dizin, em ji parastina îradeya xwe re amade ne.”
‘EM Ê VÊ CARÊ DESTÛR NEDIN KU VÎNA ME DESTESER BIKIN’
Ahmet Kara jî da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê her carê vîna wan desteser dike û got ew ê vê carê destûrê nedin vê rêbaza li derveyî hiqûqê û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2019’an de heta niha bi hêza leşkerî û çekan tê xespkirin. Ev kes îradeya gel tiştekî hesab nakin. Rayî namûsa mirovî ye. Lê ev desthilatdariye ji ber berjewendiyên xwe yên kesane dixwazin ku îradeya gel xesp bikin. Lê em ciwan vê carê destûr nadin van pêkanînan. Em ê bibin yek û xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em ê îradeya xwe radestî ne xwerxwazan nekin. Banga min ji ciwanan re ew e ku di roja hilbijartinê de raya xwe ji guhertinê re biavêjin. Bila em nehêlin ku ev desthilatdariya çarenûsa bajarê me ve bilîze.”
‘DIVÊ KU EM VÊ ZINCÎRÊ BIŞKINÎN’
Bedran Paksoy jî bi lêv kir ku di van 5 salan de pirsgirêkeke navçeyê nehatiye çareserkirin û ev bang li ciwanan kir: “Divê di 31’ê adarê de em ciwan li ser sindoqên xwe bisekinin. Divê em vê zincîrê bişkînin û qezenc bikin. Êdî bes e. Ji sala 2019’an heta niha em gelek zehmetiyê dikêşin ji ber wê em dibêjin êdî dem dema serkeftinê ye. Di van 5 salan de şaredariya AKP’ê ji xeynî zirarê tişteke din ji me re nekiriye. Em ê vê carê raya xwe bidin DEM Partiyê û yê ku bi serbikeve jî em in. Em ciwan dê vê carê biguherînin. Hêza me ciwanan a guhertinê heye. Ji bo guhertinê divê ku em hemû raya xwe bidin DEM Partiyê û em bi bawerin serkeftin ya me ye.”
Çavkanî: MA / Zeynep Durgut