NAVENDA NÛÇEYAN – Li Daqoqê cenazeyê ciwanek hate dîtin, derbarê bûyerê de 5 kes hatine binçavkirin.
Rêveberiya Polîsan ya Daqoqê ragihand ku cenazê ciwanek binavê Mihemed Hisên li nêzî depoya genim ya li gundê Yangîce ya Daqoqê hatiye dîtin. Hate gotin ku ku li ser bedena ciwan, şopên guleyan hene.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku derbarê bûyerê de 5 kes hatine binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin, li xwe mikur hatine ku bûyerê pêkanîne.