EYİN ÎSA –Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK`ê Bîşeng Birûsk û endama rêveberiya Komeleya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan Sara Hogir 28’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn. Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê bi merasîmekê şehîd Bîşeng û şehîd Sara bi bîr anîn.
Bîranîn li hola civînan a navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna şêniyên navçeyê û komîteyên meclisê pêk hat.
Di bîranînê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Firat axivî û diyar kir ku her du şehîd li ser parastina jinan û têkbirina zîhniyeta desthilatdar, mînak bûn. Piştre têkildarî têkoşîna her du şehîdan sînevîzyonek hate pêşandan.